Li Kabîla paytextê Efganistanê li rawestgeha wesaîtên lojîstîkê şewat derket û 400 tankêr şewitîn.
Berdevkê Polêsên Kabîlê Haşmetûllah Stanîkzanî diyar kir ku sedema şewatê hê ne diyar e, lê belê şewat do bi şev li Argandiya herêma Kabîlê dest pê kiriye û di saet 10.00an de hatiye vemirandin.
Berdevk Stanîkzaî wiha axivî: "Di dema şewatê de li rawestgeha wesaîtên ku di lojîstika hêzên biyanî û yê efgan de dixebitin, 650 tankêr hebûn. 250 tankêr bêzirar ji rawestgehê hatin derxistin, lê belê 400 tankêr şewitîn.”
Ji hêla din ve Wezareta Karên Nevxweyî ya Efğanistanê di beyana xwe de diyar kir ku ji bo lêkolîna şewatê heyetek şandine cihê bûyerê û sedema şewatê jî hê ne diyar e.
Berdevkê Talibanê Zabîhullah Mucahîd jî di beyana xwe de destnîşan kir ku wan bi bombeyê êrîşî rawestgeha erebeyên lojîstîkê kirine û di şewatê de gelek erebe şewitîne û gelek kes jî mirine. (Hürseda Haber)



