Bi munasebeta wîladeta pîroz a pêxemberê me Hz Mûhammed(‘e.s), bernameyên mewlûdê, li gelek deveran bi coş û tevliyeke mezin tên lidarxistin. Do li gelek bajarok û gundan, mewlûda pêxember hate xwendin. Li Cizîra Şirnex, Bismila Diyarbekir, Menemena Îzmîr, Hîlwana Rûha, Pîrahmed û Pîrînçlîka gundên Diyarbekir, Siltan Şêxmûsa Şemrex, Cegelûwa Batmanê û li çend deverê din jî bernama mewlûdê hebûn. Her wiha li Ewrûpa jî mewlûda pêxemberê me hat pîrozkirin.
Li Cizîrê bernama mewlûdê, li pey medresa Sor ya ku meqbera Melayê Cizîrî tê de definandiye, hat lidarxistin. Tevliyek mezin beşdarî mewlûdê bûn. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Xwendina mewlûd û îlahiyan millet mest kir. Nexasim qîzên biçûk bûn xwediyê teqdîrek mezin. Mela Mahmûd Kilinç di xeberdana xwe ya bi Kurmancî de, li ser biratiya Îslamî, ehemmiyeta mewlûdê û eşq û evîna Xweda û Resûlê wî peyivî. Bername bi xwendina dûayê bi dawî bû.
Li Bîsmîla Diyarbekir, evîndarên pêxember bi tekbîr û selewatan herikîn meydana mewlûdê. Millet bi yek dengî gotin “Lebeyyk Ya Resûlûllah!” Pey xwendina Quranê, mela Mehmet Şenlîk li ser xweşmîsaliya heyata pêxemberê me xeber da. Da zanîn ku, divê evîndarên pêxember, di her seha heyata xwe da, hz Resûlûllah ji xwe re bikin rêber. Mewlûd û îlahî û helbestên ji bo pêxemberê me hatin diyarîkirin, millet xist cezb û coşê. Dûre mela Ebdulbarî Çelîk, bi Kurmancî li ser hezkirina Hebîbûllah sekinî. Çelîk xoca îfade kir ku, roja wîladeta pêxemberê me, ji bo me îd e. Bername bi xwendina dûayê bi dawî bû.
Li Menemena Îzmîrê jî li bazargeha Asarlikê, bi tevliyek mezin bernama mewlûdê hat lidarxistin. Bername ji zarê hafizul Quran Omer Akgul, bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey xwendina mewlûdê Mela Nîzamettîn Yaçin li ser cehd û ğeyreta Hz Pêxember û eshaba xeber da. Da zanîn ku xelasî bi riya pêxember e. Dûre Muhammed Akgul xoca peyivî. Beyan kir ku, însan bi şîret û distûrên hz Resûlûllah, xwe ji agir û ezabê cehennemê xilas dikin. Îlahî û helbestên grûba şuheda û hunermendan, millet mest kir. Bi dûayê bername bi dawî bû.
Her wiha li gundên Pîrînçlîk, Pîrahmed, Xamûrkesen, Arincik, Cegelûwê û Siltan Şêxmûs jî, mewlûd hatin xwendin. Îlahî û helbest hatin hunêrandin. Li ser eşqa pêxemberê me xeberdan hatin kirin. Li Pîrahmedê Mela Celal Bozdaş û mela Ebdulbarî Çelîk, li Pîrîçlîkê Muzaffer Karavîl, li Siltan Şêxmûs mela Mufîd Yarar, li Cegelûwê M. Elî Altûn, li Arincika Wanê Mela Ebdurrehîm Tîmûrtaş, li ser heyata pêxemberê me xeberdan. Millet eleqeyek mezin nîşanî bernama mewlûdê dan. (bangaheq)



