Çend roj berê li Payîzavaya Wanê li gundê Çelîyê, Muharrem Taşê 2 salî, ji nuşka ve bi kuxik û sincirîna zêde nexweş ket. Ji ber ku gund 80 kîlometre dûrî navçeyê bû û rêya gund ji berfê girtî bû, malbatê nikaribû bi îmkanên xwe wî bibin nexweşxaneyê. Ji lew bi telefonê ji rayedaran alîkarî xwestin.
Lê mixabin tu kesî guhneda wan û Muharrem Taş wefat kir. Malbat ji bo kirina otopsî û kirina sûcê giliyê, cesedê wî xistin kîsekî û ew birin gundê 16 kîlometre dûr, piştre bi wesayîtekê birin nexweşxaneya Fakulteyê ya Wanê. Pey otopsiyê li wir definandin.
Li gorî beyana Walîtiya Wanê, der heqê rayedarên berpirsiyar de, lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin. Mamê Muharrem Ebdurrehman Taş jî, ji gund heta çûna nexweşxaneyê birina cesed qeydî telefona xwe kir û beyan kir ku wê di heqê kesên mesûl de giliyê sûcê bike.
Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê jî,der heqê mirina wî de beyanateke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo îdiayên derbarê mirinê de bên lêkolînkirin, bi telîmata Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoğlu, mufettiş hatine wezîfedarkirin û lêpirsînê dest pê kiriye
BANGAHEQ



