Heyeta Huda Parê bi tevlîbûna Hasan Aşkin û Erdal Elîbuyuk, ewilî merkeza kordînasyonê ya AFADê zîyaret kir û dûre maseya qrîzê ya ku ji teref walîtîya Manîsayê ve hatiye sazkirin zîyaret kir, ji rayedaran der barê facîayê de agahî stendin.

Heyetê malbatên kesên di qezayê de wefat kirine û malbatên kesên di madenê de asê mane û bi ûmîd li bendê sekinîne zîyaret kirin. Pey re jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di cî de temaşe kir û ji xebatkarên AFADê agahî girtin. 

BANGAHEQ