Barzanî di axaftina xwe ya qebûlê de diyar kir ku ew ê li deverên ku piştî vekişîna artêşa Iraqê, pêşmergeyan kir kontrola xwe referandûm bikin. Barzanî wiha dewam kir: "Em ê di çarçoveya benda 140î ya Qanûna Esasî ya Iraqê de, li Kerkûk û herêmên din ên binîqaş referandûmeke zelal bikin. Ji bo vê em bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila mudaxîl bin."

  Barzanî dubare kir ku Kerkûk axa Kurdistanê ye û wê pêşmerge kontrola xwe ya Kerkûkê bidomînin û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê mecbûr nîne ku cezayê siyaseta çewt a Bexdayê hilgire ser milên xwe."

 BANGAHEQ