DI HEQÊ PKKYÎYÊN KU BI BIHANA KOBANÊ LI DÎYARBEKIR EYLEMÊN WEHŞÎ RAST KIRIN Û YASÎN BÖRU Û HEVALÊN WÎ BI ŞEKLEKÎ QELÊŞÎ Û WEHŞÎ QETILKIRIN, ÎDÎANAME HAT AMADEKIRIN. DI ÎDÎANAMEYÊ DE 26 KESÊN GIRTÎ, BI TEVAHÎ JI BO 34 KESAN CIZAYÊ MUEBBETÊ YÊ DU CARAN GIRANKIRÎ TÊ XWESTIN

 

Di 7ê Cotmeha 2014an de bi bihana Kobanê eylemên wehşî hatin rast kirin. Di eylemên wehşî de, Yasîn Böruyê 16 salî, Rîyad Guneş, Huseyîn Dakak û Hasana Gökgöz, ji teref PKKyîyan ve bi şeklekî wehşî hatin qetilkirin. Derbarê qatilê wan de, lêpirsîna ku sewcîtîyê dimeşand, hat temamkirin.

 

Sewcî di heqê 34 kesan de derbarê sûcên wek “Kuştina bi cenewartî û bi îşkence û ezyet”, “Xerakirina yekîtîya dewletê û xerakirina hevgirtina welêt”, “Kirina propaganda ya rêxistina terorê” û sûcên bi vî rengî îdîanameyek amade kir.

Di îdîanameyê de, ji bo gumanbaran cizayê muebbetê yên 2 caran girankirî tê xwestin.

Di heqê hinek gumanbaran de jî, bi sedem sûcê “destnedayîna xanîyan îxlal kirine” ciza tê talep kirin.

Mehkema cizayê giran ya 5emîn, îdîaname stend û wê 15 rojan di nava rojên karde bi nirxîne û qirara xwe beyan bike.

Di encama wekolînkirina îdîanameyê de, ya wê mehkeme bi sedem kêmasîyan bi şûnda bişîne û an jî wê qebûl bike. Ger îdîaname be qebûl kirin, wê roja celseyê bê dîyar kirin.

Yasîn Böruyê 16 salî, Rîyad Guneş, Huseyîn Dakak û Hasna Gökgöz, ji teref PKKyîyan ve bi şeklekî wehşî hatibûn şehîd kirin.

BANGAHEQ