Komela Umut Kapisi Gida Bankasiya Diyarbekir, alîkariyên xwe didomîne. Berî niha dest bi kampanyekê kiribû. Malzeme û alîkariyên kampanyayê, li Qoserê li multecî û penaberên Sûriyê belav kir.
Komelê 150 pakêtên alîkariyê û kinc û berg, teslîmî komela Rahmet Gida Bankasiya Qoserê kir. Komela Rahmet Gida Bankasiyê jî, li multeciyên ku li Qoserê bicî bûne belav kir. Umut Kapisi berî niha bi wasîteya Ensar-Dera Ceylanpinarê jî, alîkariya multeciyên li wir kiribûn.
Li aliyê din Rana Emînoğluyê 10 salî, bi îmkanên xwe kinc û bergên ku berhev kiribû, da komela Umut Kapisi Gida Bankasiya Edenê da ku li feqîra belav bikin. Hat beyan kir ku Rana Emînoğlu, di bin tesîra bernama Umut Kapisiya ku, di ekranên me de tê weşandin de dimîne. Ji ber vê yekê radibe bi îmkanên xwe dixwaze alîkariya feqîran bike, sêwiyan kêfxweş bike. Vê tewra Ranaya biçûk hat teqdîrkirin. Însanên hestiyar li ser rewşa tiştan hessasiyetên xwe nîşan didin. Wekî tê zanîn bernama Umut Kapisi, di navbera feqîr û zengînan de dibe pira xêrê.(bangaheq.net)



